Soylu: Kesa bombe daniye hat desteserkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê teqîna Stenbolê de ragihand: Kesa bombe daniye hatiye desteserkirin, êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di civîneka rojnamevanî de ragihand, kesa ku bombe daniye kolana Îstqlalê hatiye desteserkirin û delîlên êrîşê nîşan didin ku êrîş ji aliyê PKK û PYDê ve hatiye kirin û fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn.

Soylu got: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha got: “Baca wê çi be bila bibe, em dê heta dawiyê têkoşîna terorê bikin. Nedilsoziya xwedêgiravî hevpeymanên me ku senatoyên xwe pere ji terorîstan re dişînin eşkere ye. Li gor delîlên di destê me, PKKyê û PYDyê ev êrîş kirine. Em ê di demeke nêzik de bi giranî bersiva vê êrîşê bidin.”

Soylu, nasnameya kesên di êrîşê de hatine kuştin aşkere kir û diyar kir ku 6 kesan canê xwe ji dest dane û 81 kes birîndar bûne.

Derbarê birîndaran û rewşa wan a tendirustiyê de, Soylu da zanîn, 81 birîndar bûne, 50 birîndar piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî ji nexweşxaneyan hatin derxistin. Hin ji wan li nexweşxaneyan çareseriyan werdigirin, 5 birîndar niha di lênihêrîna giran de ne, rewşa 2 birîndar jî giran e.