Nasnameya gumanbara sereke ya teqîna Stenbolê hat aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku kesa ku bombe daniye kolana Îstiqlalê ya Beyogluyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Hêzên ewlehiyê yên Stenbolê hûrgiliyên zêdetir li ser wê belav kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îro danê sibê di civîneka rojnamevanî de ragihand, kesa ku bombe daniye kolana Îstqlalê hatiye desteserkirin û delîlên êrîşê nîşan didin ku êrîş ji aliyê PKK û PYDê ve hatiye kirin û fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn.

Soylu got: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Soylu got jî: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. Ew kesê ku bombe daniye cihê teqînê ji aliyê Asayîşa Stenbolê ve hate desteserkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Hêzên ewlehiyê yên Stenbolê jî da zanîn, navê gumanbara ku bombe daniye Ehlam Albişir e, ew xelka Sûrî ye û temenê wê 23 sal in. 

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Dad yê Tirkiye Bekir Bozdag jî diyar kir ku di çarçoveya lêkolînên derbarê teqînê de, heta niha 46 kes hatine desteserkirin.

Li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê duhê danê êvarê teqînek rû da. Li gorî dawî zanyariyan jî, di teqînê de, 6 kes hatine kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.

Konsulxaneya Iraqê ya li Stenbolê jî di daxuyaniyekê de ragihand, 4 Iraqî di teqîna Stenbolê de birîndaran bûne.