Netewên Yekgirtî êrîşa Îranê li ser Koye û Zirgiwêzê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî êrîşa Îranê li ser Koye û gundê Zirgiwêzê şermezar dike û wê bi binpêkirina serweriya Iraqê bi nav dike.

Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Em êrîşên bi riya mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin, ku binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Her wiha got: “Divê Iraq ji bo yekalîkirina pirsgirêkan neyê bikaranîn û rêz li yekparçeyiya wê jî bê girtin. Diyaloga di navbera Iraq û Îranê de li ser mijarên ewlehiyê yên dualî, take rê ye ji bo pêşveçûnê.”

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin. Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 6 kesên din jî birîndar bûne.