Siûd Mela girêdana 4emîn Kongreya ENKSê li Qamişlo radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela ragihand, tevî ku hêzên asayişê rê neda 4emîn kongreya ENKSê li Qamişlo li dar bikeve, lê ew dibînin ku bi kombûna hemû endamên kongreyê re, kongreya wan hat lidarxistin.

Biryar bû îro 14ê Mijdara 2022an 4emîn kongreya ENKSê li hola Zana ya bajarê Qamişlo bihata lidarxistin û dora 150 endamên kongreyê beşdarî kongreyê bana, lê hêzên asayişa Qamişlo bi bihaneya nebûna moletê, rê neda endamên ENKSê derbasî hola kongreyê bibin.

Piştî qedexekirina ji aliyê hêzên asayişê ve, endamên kongreya ENKSê li baregeha PDK-Sê ya li Qamişlo kom bûn û Serokê ENKSê Siûd Mela di daxuyaniyekê de rexne li kiryarên hêzên asayişê û Rêveberiya Xweser girtin û got ku, bi vî awayî, ew ti carî nikarin yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ava bikin.

Serokê ENKSê diyar kir ku wan moleta lidarxistina 4emîn kongreya ENKSê, bi riya aliyê Amerîkî û nivîsgeha Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re wergirtine, lê tevî wê jî, hêzên asayişê rê neda kongre li dar bikeve.

Serokê ENKSê tekezî li wê yekê kir, ji ber van sedeman, ew dihesibînin ku kongreya wan hatiye girêdan.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl jî got ku ew dihesibînin ku wan kongeya xwe li dar xistine û ji bo temamkirina hemû karûbarên kongreyê û belgeyan, ew ê di pişt re endamên kongreyê agadar bikin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di 26 Cotmeha 2011ê li bajarê Hewlêrê hate damezirandin û ji 18 partî û rêxstinên civaka sivîl pêk tê, her wiha hejmareke kesatiyên serbixwe jî di nava wê de cih digirin.

ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di Mijdara 2019an de bi piştgiriya Wezareta Derve ya Amerîka, Herêma Kurdistanê û HSDê ve dest bi diyaloga yekrêziyê kirin, lê piştî salekê ew diyalog hatin rawestandin û nekarîn bigihin rêkeftineke dawî.

Kar û xebata ENKSê li Rojavayê Kurdistanê ji dema damezirandinê ve rastî gelek astengiyan tê ku gelek endam, serkirde û alîgirên wê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin binçavkirin û gelek caran jî êrîş li nivîsgehên wê û partiyên di nava wê de hatine kirin û hatine şewitandin.