PKK: Ti têkiliya me bi teqîna li Stenbolê tune

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Parastina Gel radigihîne, ti têkiliya wan bi teqîna li Taksîma Stenbolê tune ye û sersaxî ji xizmên kesên canê xwe dane re xwast.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand “Beriya her tiştî em sersaxiyê ji xizmên kesên di teqîna li Stenbolê ya di 13’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê me û raya giştî ya demokratîk dizane ku tu têkiliya me bi vê bûyerê re tune, em sivîlan nakin hedef û çalakiyên li dijî sivîlan jî qebûl nakin.”

Ev daxuyaniya Navenda Parastina Gel piştî wê tê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îro derbarê teqîna Stenbolê de ragihand, kesa bombe daniye hatiye desteserkirin û ev êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.

Her wiha Soylu got: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye. 

Ji aliyê xwe ve, Hêzên ewlehiyê yên Stenbolê jî da zanîn, navê gumanbara ku bombe daniye Ehlam Albişir e, ew xelka Sûrî ye û temenê wê 23 sal in. 

Duhî li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rû da. Li gorî dawî zanyariyan jî, di teqînê de, 6 kes hatine kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.