Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê: Divê Iraq berevaniya serweriya xwe bike

Ehmed Sehaf ragihand, hikûmeta Bexdayê di asta bilind de kar li ser mijara destdirêjiyên ser axa Iraqê dike û "di demeke nêz de encamên wê dê werin dîtin".
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, hikûmeta Bexdayê di asta bilind de kar li ser mijara destdirêjiyên ser axa Iraqê dike û "di demeke nêz de encamên wê dê werin dîtin".

Ehmed Sehaf li ser êrîşa îro ya Supaya Pasdaran a Îranê bo ser çend deverên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em dixwazin serweriya welat û asayîşa welatiyên me parastî be. Divê Iraq berevaniya serweriya xwe bike û em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku pabendî hevahengiya ligel Iraqê bin, çimkî berevajî vê yekê, tenê neqesamgîrî li navçeyê çêdibe.”

Sehaf derbarê hewldanên dîplomasiyê ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan de dibêje: “Wezareta Derve ya Iraqê bi rêya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve di asta bilind de kar li ser vê mijarê dike, me pêngavên cidî avêtine û di demeke nêz de jî em ê encama wan bibînin.”

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin. Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Ajansa nûçeyan a Faris ragihand, êrîş ji bajarê Urmiyê û ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye encamdan û tê de mûşek û firokeyên bêfirokevan hatine bikaranîn.