Hejmara nû ya Bîrnebûn derket

Hejmara Bîrnebûnê ya 85an derket. Di berga vê hejmara kovarê de wêneya Jîna Emînî heye.
Kovara Bîrnebûn
Kovara Bîrnebûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara Bîrnebûnê ya 85an derket. Di berga vê hejmara kovarê de wêneya Jîna Emînî heye.

Kovara ku 3 mehan carek derdikeve di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din.

Kovar di sala 1997an de li Almanyayê dest bi weşana xwe kiriye û 25 sal in weşana xwe berdewam dike.

Di kovarê de li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.

Kovar bi piştgiriya Weşanxaneya APECê ya li Swedê tê weşandin.

Naveroka vê hejmarê ya kovarê wiha ye:

Mem Xelîkan bi kilama Bilê û Hediyê rêzenivîsa xwe ya Kilamên me bi şiroveyekê nivisiye. Straneka bi şewat e!

Di şopa Georges Perrot de, “Qela gawiran” Eliyê Yîwoyê Fîtê gernameyek li gel wêneyên dîrokî amade kiriye. Gername li ser serlêdana ciyekî dîrokî yê kevn e ku xelkê bi navê “Qela gawiran” bi nav kiriye.

Muzaffer Ozgur Bîranînên bi êş yên jineke rojavayê Tirkiyê Cîhanbeylî û êşa 52 rojan, bi beşa çaran berdewam e. Serpêhatiyeka keçeke tirk li Cîhanbeyliyê ye.

Dilan Kaya kurteçîrokek bi navê Kulîlka Azadiyê, Prof. Dr. Haci Akman li ser folklora kurdî bi sernivîsa Çanda ne maddî (immateriell) wekî mertalê parastinê di mîrateya çandî de li ser mîrasa çandî, bi taybetî çanda derbarê xelkên bêdewlet lêkoliye. Akman, di vê lêkolîna xwe de bi taybetî li ser zehmetiyên parastin û katagorîzekirina mîrasên çandî yên xelkên bêdewlet û herwiha girîngiya parastina mîrata çandî disekine.

Wehîde Memkê Hesê Mihe hekateka bi ken û civakî bi navê Berf, xewn, goşt û Mistoyê Heme nivisiye. Mûlla Evîndar bi helbesta Dilzîza min, nêrgîza min, Îhsan Turkmen bi kurteserpêhatiyeka bi navê Memê Oske û strî, Seyfî Dogan bi sernivîsa Kumsay (konsey) Demokrasiya orijînal ku li herêma Hewraman li gor erf û edetên xwe yên kevn çîng heta roja îro parastine û berî islamê li ba hewramaniya demokrasî çawa bûye, nivisiye.

Kilama şînê ya ku li nav kurdên Anatoliyê bi navûdeng e, Bilal Celeplî bi hekata kilamê û ev kesa ku kilam gotiye Siltana Têfîq ji gundê Beşkardeşê-Kulu bi berhevkirina Çingî canê çingî canê

Similê reş, qolincê pan e bi me dide nasîn. Mehtap Îdelî rêzelêkolîna xwe ya Bisk û gulî beşa duduyan bi giranî li ser stîl, xeml û şiklên por, rû û simbelên mêran lêkoliye. Esin Akgul bi helbesta Gul û nûr im, Xizan Şîlan bi helbesta Xemên sar, Seyfî Dogan li ser Jîna Emînî bi helbesta Agir î dişewitê ev hejmara dewlementir kirine.

Altun Başaranê jiyana Fata Hesî Boxorcî û serpêhatiya wê li gel kilama ku li ser wê gotiye bi munesebeta mirina wê nivîsiye. Xoyratînê Mihemmedî Seîd bi sernivîsa Dengê gundê min, çend bîranînên xwe bi devoka gundî xwe nivîsiye.

Newzad Hirorî, mamostê zimanê kurdî li Swêdê, li bajarê Stockholmê, li taxa Botkyrkayê ku piraniya kurdên ji Anatoliyê li wir dimînin, mamostetiya zimanê Kurdî bi zaraveyê Kurmancî dike. Wek nimûne ji xebata fêrkirina ziman, du wergerên ji çîrokên zimanê Swêdî ji şagirdên xwe ku ji malbatên kurdên ji Anatoliyê ne bo kovarê şandine.

Adem Ozgur li ser çîroka rêzebelgefîlmekê ya bi navê Xewna Ewropayê serboriya xebatên xwe, Berîvan Keskînê bi çîroka Keça perî tevlî vê hejmarê bûne.