Rapirsî: Gelo bandora Ocalan an Demîrtaş zêdetir e?

Navenda Lêkolînê ya Metropoll li ser pirsa "Gelo li gor we li ser dengderên HDPê bandora kê zêdetir e?" rapirsiyek amade kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Lêkolînê ya Metropoll li ser pirsa "Gelo li gor we li ser dengderên HDPê bandora kê zêdetir e?" rapirsiyek amade kir. Di encama rapirsiyê de Abdullah Ocalan ji sedî 21.2, Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 51,1 derket.

Metropoll rapirsiyek amade kir û ji dengderên hemû partiyên siyasî pirsyarek kir, "Gelo li gor we li ser dengderên HDPê bandora Ocalan an bandora Demîrtaş zêdetir e?".

Di rapirsiyê de Abdullah Ocalan ji sedî 21.2, Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 51,1 derket. Ji sedî 27,7 kesên ku beşdarî rapirsiyê bûn, gotin "fikreke min tune ye".

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin AK Partiyê:

Ocalan: 25,2

Demîrtaş: 40,9

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin CHPê:

Ocalan: 13,2

Demîrtaş: 58,1

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin Partiya ÎYÎ:

Ocalan: 20,3

Demîrtaş: 58,4

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin HDPê:

Ocalan: 22,1

Demîrtaş: 75,2

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin MHPê:

Ocalan: 24,6

Demîrtaş: 51,9

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin Partiya Saadetê:

Ocalan: 12,5

Demîrtaş: 62,5

Kesên ku dibêjin ew ê dengê xwe bidin Partiya DEVA:

Ocalan: 22,2

Demîrtaş: 55,6