Patrîkê Ortodoksên Rûm bo K24ê: Em êrîşa Taksîmê bi tundî şermezar dikin

Li Stenbolê piştî teqîna cadeya navdar ya Îstîklalê ji partiyên siyasî heta balyozên welatên biyanî, nûnerên olî û gelek komeleyan ligel welatiyan serdana cihê bûyerê kirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê piştî teqîna cadeya navdar ya Îstîklalê ji partiyên siyasî heta balyozên welatên biyanî, nûnerên olî û gelek komeleyan ligel welatiyan serdana cihê bûyerê kirin û qerenfîl danîn cihê teqînê û qurbanî bi bîr anîn. 

Li Cadeya Îstîklala Stenbolê ku qerebalixtirîn cadeya Tirkiyê ye û rojane bi 10 hezaran geştyar serdana vê cadeyê dikin; piştî êrîşa bi teqemenî, 6 kesan canê xwe ji dest da û 81 kes birîndar bûn.

Cadeya navdar bi rakirina biryara qedexeya hatûçûnê hêdî hêdî vedigere ser rewşa xwe ya asayî. Ji partiyên siyasî bigirin heta dam û dezgehên medenî, balyoz û nûnerên ayînî serdana cadeyê dikin û vê êrîşa terorî şermezar dikin.

Patrîkê Dêra Ortodoksên Rûman ya Fenera Stenbolê Bartholomeos, li cihê teqînê, derbarê bûyerê de taybet bo Kurdistan24ê hestên xwe raber kir û qurbaniyên bûyerê bi bîr anî.

Bartholomeos ji K24ê re diyar kir: “Em wekî Patrîkxane û Cemeta Rûman bûyerên bi vî awayî yên terorî bi tûndî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku hemû mirov di nava aşitî û aramiyê de bijîn. Sibê û êvaran di hemû ayînên xwe de jî bi diayan ji Xwedayê mezin em vê daxwazê dikin. Em hêvîdar in aşitî, aramî û yekitiyeke mayînde di kurte demekê de vegere welatê me û herkes di nava aramî û şadiyê de bijî.”

Serokê Koma CHPê Engîn Altay got: “Hîç kesek dê nikare aşitiya navxwe ya Tirkiyê têk bibe û welatê me ber bi rewşeke aloz ve kaş bike.”

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdagê ku taybet derbarê penaberan de bi helwesta xwe ya dijminane tê rojevê û li dijî zimanê Kurdî jî xwedî nêrîneke nîjadperest e, di serdana xwe ya Cadeya Îstîklalê de ji ber teqînê Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu sûcdar kir.

Umît Ozdag got: “Me bihîst ku ber bi teqînê re Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soyluyê ku li Surî bû, wekî çavkaniya êrîşê hin dever destnîşan kiriye. Gelo bi rastî jî li paş vê bûyerê ew dewleta ku Soylu destnîşankirî heye! Em ê di rojên pêş de bibînin. Ji ber ku agahiyên li ber destê min ji yên Suleyman Soylu yekser cûda xuya dikin.”

Li aliyê din proseya dermankirina birîndarên teqîna Cadeya Îstîlalê jî berdewam dikin û piştî teqînê asta ewlehiya bajarê Stenbolê hate zêdekirin di serî de jî deverên geştyariyê û cadeyên wekî Îstîklalê.

Piştî teqîna li Stenbolê li cadeya Îstîklalê 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndar bûbûn. Ji bo qurbaniyan platformek hate danîn. Hem welatî û hem jî partiyên siyasî serdana cadeya Taksîmê dikin û li platformê qerenfîlan datînin ji bo wan û herwiha wan bi bîr tînin û vê hêrîşê şermezar dikin.