Yekîtiya Ewropa cezayan li ser 10 welatiyên Rûsî û Sûrî disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bikaranîna çekên kîmawî, Yekîtiya Ewropayê ceza li ser 10 welatiyên Rûsî û Sûrî û kompanyayeke Sûriyê sepandin.

Li gorî daxuyaniya Encûmena Yekîtiya Ewropayê: “Di lîsteyên nû de navê 10 kesan û kompanyayekê heye ku pêwendiya wan bi jehrîkirina Alexey Navalny bi gaza demarî ya cureya Novichok di 20’ê Tebaxa 2020’an de û hilberîn û bicihkirina çekên kîmawî li Sûriyê heye.”

Li gorî Yekîtiya Ewropayê, welatiyên Rûsyayê yên di lîsteyê de ne, efserên Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê û pisporên di warê çekên kîmawî de ne.”

Her wiha di lîsteyan de navê du welatiyên Kanadayî yên bi eslê xwe Sûrî ne û kompanyaya wan “Nezîr Horiyê” hene, ku tê îdiakirin ew madeyên di çekên kîmawî de tên bikaranîn, dane Navenda Lêkolînê ya Sûriyê.”

Li gorî daxuyaniyê, di lîsteya cezayên çekên kîmyewî de heta niha 25 kes û 2 kompanyên Sûrî û yeke din a Rûsî hene.

Rêjîma Esed bikaranîna çekên kîmawî red dike û îdia dike ku li gor rêkeftina ku di sala 2013an de bi Amerîka û Rûsiya re îmze kiribû, embarên xwe ji van çekên kîmawî radest kirine.

Ew rêkeftin piştî wê yekê hatibû îmezkirin, di sala 2013an de êrîşek ku tê texmînkirin bi gaza sarîn be hatibe kirin, tê de 1400 kes li Xûtaya Şamê hatin kuştin.

Di meha Nîsana 2021an de jî, Rêjîma Esed ji mafê dengdanê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî de hat bêparkirin, piştî ku di lêkolînekê de berpirsyar di ber encamdan êrîşên bi gazên jehrîn de hat dîtin.