Urdin, Siûdiye û Misir êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Urdin, Erebistana Siûdî û Misir êrîşên bi mûşek û dronan a Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û daxwaza girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina jiyana welatiyan û aramiya herêmê kirin.

Wezareta Derve ya Urdinê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di binpêkirinên dubare yên Îranê li serwerî û ewlehiya hemwelatiyên wê de, em mil bi mil ligel Iraqê ne ji bo girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehî û aramiya wê û sersaxiyê li qurbaniyan dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em êrîşên dubare yên Îranê yên li ser qezaya Koyê ya li rojhilatê Hewlêrê şermezar dikin, em van dijminatiyên ku serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê binpê dike bi tundî red dikin.”

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî hevxemiya xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Iraqê dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de ragihand, ew êrişên bi mûşek û dronan yên ji aliyê Îranê ve li ser çend deverên Herêma Kurdistana Iraqê hatin kirin û di encamê de kuştî û birîndarên bêguneh hene şermezar dikin. Ev binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlehiya Iraqê ye.”

Duhî 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin. Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 8 kesên din jî birîndar bûne.