Arteşa Tirkiyê li Dêrsimê dest bi operasyoneke nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Arteşa Tirkiyê li bajarê Dêrsimê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Wezreta Navxwe yê Tirkiyê ragihand, li bajarokê Pilûrê yê Dêrsimê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke nû hatiye destpêkirin û 881 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyeyê beşdarî operasyonê dibin.

Diyar kir jî, di çarçoveya operasyonê de 5 strageh û du şikeftên PKKê hatine jinavbirin û leşkeran dest danîne ser hejmarek çek û teqemeniyan.

Destnîşan kir jî, yek ji şikeftên ku hatine jinavbirin, ji aliyê gerîlayên PKKyê ve wekî nexweşxane hatiye bikaranîn.