KCK: Ti pêwendiya me bi teqîna Stenbolê re nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) teqîna Stenbolê şermezar dike û radigihîne, hikûmeta AK-Partiyê di nava pîlanên tarî de ye û teqîna Stenbolê ji aliyê AK-Partiyê ve hatiye kirin

KCKê di derheqê teqîna Stenbolê de daxuyanuyek belav kir û ragihand, ew ji ber teqîna Stenbolê dilgiran bûne û êrîşa ku xelkê sivîl armanc dike, şermezar dikin. Digel ku wan ragihandiye ku çi pêwendiya PKKê bi vê teqînê re nîne, AK-Partî û MHP bi rijdî PKKê tohmetbar dikin û ev e jî nîşaneya wê yekê ye ku dixwazin zemîna pîlnanên xwe yên tarî ava bikin.

Li gor KCKê hikûmeta AK-Partiyê û MHPyê dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagîr bikin û teqîna Stenbolê jî eşkere dike ku AK-Partî û MHP di nava pîlanên tarî de ne.

Roja 13ê Mijdara 2022an li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rû da. Li gorî dawî zanyariyan jî, di teqînê de, 6 kes hatine kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê teqîna Stenbolê de ragihand, kesa bombe daniye hatiye desteserkirin û ev êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.