Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Mijdara 2022an li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê da: Em li bendê ne ku li gorî derfetê, hûn rala xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bibînin. Her wiha amadehî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên ligel Bexdayê û hevkarîkirina ligel hikûmeta federal ji bo aramî û ewlehiya welat dupare kir.

Ji aliyê xwe ve Serokomarê Iraqê spasiya pêşwazî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî jî xwest ku bi hevkariya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, bikarin bi hev re kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsgirêkên din ên welat çareser bikin û aramî û ewlehiyê biparêzin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku têgihîştina hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de, kilîla aştî û aramiya welat e û her wiha guftûgo derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên giringiya hevbeş in kirin.