HDPê li Diyarbekirê bi oldarên îslamî re civînek li dar xist

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser mijara di Îslamê de ciyê ked, aşîtî û dadweriyê duyemîn civîna xwe li Diyarbekirê, bi seyda û pêşengên olî re li dar xist.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Maseya Îslamî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Stenbolê, li Diyarbekirê jî bi pêşengên olî, seyda û aliman re civîna ‘Di Îsalmê de Ked, Aşitî û Edalet’ lidar xist. Di civînê bal hat kişandin ku di kitêbên pîroz û rêziknameyên gerdûnî yên mafên mirovî de ked, aşitî û edalet wek têgehên sereke tên dîtin û Kurd jî li gor wan pîvanan daxwaza jiyaneke wekhev û azad dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser mijara di Îslamê de ciyê ked, aşîtî û dadweriyê duyemîn civîna xwe li Diyarbekirê, bi seyda û pêşengên olî re li dar xist. Di civînê de, Berdevka Maseya Îslamê ya HDPê Dîba Keskîn bal kişand ku di Tewrat, Încîl û Quranê de, ked nirxekî pîroz e û aşîtî û edalet jî fermanên sereke ne. Loma jî ew dixwazin bi van civînan baweriya Îslamê bi awayekî rast çawa dikare li nav civakê bê nasîn bi pêşengên olî re binirxînin.

Berdevkê Berê yê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK’ê) jî da zanîn ku civîneke dereng mayî ye û hêvî kir ku bibe wesîleya qenciyên civakî.

Seyda Zahît Çîftkiran ji K24ê re diyar kir: “Hûn dizanin li pêşiya me hilbijartinek heye. Ji bo hilbijartinan de xwe piçek şêrîn bidin nîşandan, belkî çend gotinên ku bi dilê me tevahiyan be, werin gotinê. Lê wexta ku dilsoziya mirov tunebe û ew bawerî di dilê mirov de tunebe jî, êdî gel pê nayê xapandinê. Hêviya min ew e ku ev civîna ku îro tê lidarxistin û banga ku tê kirin, ji bo pêşeroja me li ser wan kesên ku erk di destên wan de ye jî bandor bike û ew jî li gor rastiya Îsalmê tevgerên xwe sererast bikn.”

Siyasetmedarên Kurd jî bal kişand rola pêşengên olî di gihiştina civakê ya rastî û qenciyan de.

Siyasetmedar Sedat Dogan ji K24ê re ragihand: “Peyvek gelêrî heye ku dibêje: ‘Awam tabiê dînê xasa ye. Yanî tabiê dînê xwediyê rêvebiriya ye.’ Yanî wexta ku seydayên me, melayên me, şêx û zanayên me; bi şêwazên wekhevî, dirust û aştiyane, xizmeta edaletê bikin û maf û dadweriyê ji ivakê re bibêjin, bawerim dê li ser civakê jî bandor bikin.”

Rêvebirên HDPê jî ragihandin ku ew ê bi hemû bawerî û cudahiyan re, hewla pêkanîna bi awayekî wekhev pêkvejiyanê bidin.