Washington: Ji bo têkbirina DAIŞê rêyeke dûr û dirêj li pêşiya civaka navdewletî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski duhî Sêşemê got, hîn rêyeke dirêj li pêşiya civaka navdewletî heye ji bo têkbirina DAIŞê maye.

Ev daxuyaniya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski di dema hevdîtina wê ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El- Arecî de hat.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, Balyoza Amerîka di civînê de tekez kir ku “civaka navdewletî hîn rêyeke dirêj li pêşiya wê heye ji bo têkbirina DAIŞê”.

Her wiha Romanowski tekezî li piştgiriya berdewam a Amerîka ji hikûmeta Iraqê re û alîkariya avakirina şiyanên dezgehên ewlekarî yên Iraqî kir.

Diyar kir jî, welatê wê giraniyê dide bernameyên aborî, tenduristî û çandî û piştgirîya hewildanên dijî gendelîyê û xurtkirina alîyê ewlehîyê dike.

Diyar kir jî, her du aliyan pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraq û navçeyê û berdewamiya alîkarî û hevkariyên di warê rûbirûbûna terorê de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan pêwîstiya hilweşandina kampa Holê û bidawîkirina wê dosyayê gotûbêj kirine û tekez kirin, ew yek dê rê li pêş derketina nifşeke nû ya DAIŞê ya terorîst bigire.