Xelîlzad: Hikûmeta Îranê piştgiriya xwe ya navxweyî ji dest daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê berê yê Amerîka li Afganistan û Iraqê Zalmay Xelîlzad amaje bi firehbûna xwepêşandanên Îranê li hemû bajar û bajarokan û beşdarbûna neteweyan tê de kir û got: “Hikûmeta Îranê piştgiriya xwe ya navxweyî ji dest daye.”

Sêyemîn Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest bi karên xwe kir û her yek ji Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çendîn kesayetî û berpirsên ji 80 welatan tê de beşdar dibin. Di çend panel û civînan de jî rewşa siyasî û aborî ya herêmê tê gotûbêjkirin.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Efxanistan û Iraqê Zalmay Xelîlzad beşdarî paneleke korbendê bû û behsa guhertinên cîhanî, Rojhilata Navîn û pirsgirêkên wê, şerê Ukraynayê, pirsa Îranê û dirustkirina alternatîfekê ji bo dabînkirina enerjiya Ewropayê kir.

Xelîlzad derbarê pirsa atomî ya Îranê de got: “Di demek nêzîk de li ser pirsa atomî ya Îranê ti lihevkirinek çênabe, lê niha ew zêdetir tekeziyê li ser çalakiyên Îranê, piştgiriya ji Rûsyayê re, destêwerdana di karûbarên welatên cîran de, bikaranîna şerê wekalet û piştgiriya ji milîsan re dike. Bêguman ev jî ji bo civaka navdewetî pirsgirêkên mezin in.”

Derbarê xwepêşandanên ku du meh in li Îranê berdewam in got: “Hikûmeta Îranê piştgiriya xwe ya navxweyî ji dest daye, ne tenê di nav jinan de, lê belê netewên cuda yên nevxweyî jî piştgiriyê li wê hikûmetê nakin.”

Xelîlzad got jî: “Hikûmeta Îranê bi berdewamî daxwazên gelê xwe piştguh kiriye. Xwepêşandanên niha yên li Îranê berbelav in, hemû bajar û bajarokan li xwe digire û hemû netewe tê de beşdar dibin. Ji ber vê yekê Amerîka piştgiriyê li wê dike ku mafên gelê Îranê bên naskirin û xwe bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin.”

Her wiha tekez kir jî, bikaranîna hêzê li hember xwepêşanderan, binpêkirina hemû prensîbên navdewletî yên mafên mirovan e.