Şam: Nabe Enqere bi bihaneya teqîna Stenbolê gavan li dijî Sûriyê bavêje

Feysel Miqdad
Feysel Miqdad

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyê Feysel Miqdad hişyarî da rayedarên Tirkiyê ku teqîna li Stenbolê rû daye, wek bihane bi kar neyîne ji bo gavekê li dijî Sûriyê bavêje.

Rojnameya “El-Watan” a Sûrî îro 16ê Mijdarê belav kir, Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyê Feysel Miqdad diyar kir ku “eger rêveberiya Tirkiyê dixwaze bûyerên bi vî rengî li dijî Sûriyê bi kar bîne, ew dizanin ku yên terorîst şandine Sûriyê, ew in.”

Miqdad got jî: “Wan bi dehhezaran, belkî bi sed hezaran, terorist şandine Sûriyê, lewra nabe ku ew bûyerên bi vî rengî bikin hincet ji bo pêkanîna çalakî û gavên ku rewşa heyî aloztir bikin û biteqînin.”

Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê egera bilindkirina asta pêwendiyên Enqerê ligel Şamê bo asta ewlehî û asta dîplomatîk, Miqdad got: “Em daxuyaniyên wan dibihîsin, lê ev yek dikare bi têkbirina terorê dest pê bike.”

Miqdad got ku divê “Tirkiye ji bo rawestandina piştgirîkirina terorê, vekişîna leşkerên xwe ji nava xaka Sûriyê û rawestandina piştgirîkirina Cebhet El-Nusra û DAIŞê” gavan bavêje. Bi dîtina Miqdad, ev yek dê niyeta “rastîn” a rêveberiya Tirkiyê nîşan bide.

Daxuyaniya Miqdad piştî sê rojan ji teqîna roja 13ê Mijdarê li cadeya Îstîklal a Taksîmê ya Stenbolê tê ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û 81 kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu jî PKK û PYD bi wê vê teqînê tometbar kiribû û got ku kesa bombe dane cadeya Îstîklal ji Kobanê derbasî Tirkiyê bûye û got ku ew ê di demeke nêzik de bi giranî bersiva vê êrîşê bidin.”