Salih Muslim: Bi hinceta teqîna Stenbolê dixwazin êrişî Rojava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku teqîna li Taksîma Stenbolê, senaryoya lîstikekê li dijî Kurdan e. Got jî: “Ti pêwendiya hêzên me bi vê êrişê nîne.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê teqîna li Taksîma Stenbolê de ragihand, “êrişa Taksîmê ji aliyê Daîreya Hêzên Şerê Taybet ê dewleta Tirk ve hatiye orgaîzekirin.”

Got jî: “Ev êrîşeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrîşê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan e; lîstikê Hêzên Şerê taybet ê dewleta Tirk e. hêzên li Rojava dikin armanc.”

Destnîşan kir jî, “Hêzên Rojava HSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê me ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrîşê dan. Ti pêwendiya hêzên me bi vê êrişê nîne.”

Salih Muslim da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ku planên xwe yên li Rojava pêk neaniye, serî li komployeke bi vî rengî daye û bi taybet Kobanê kiriye armanc û got: “Senaryo amade kirine, dema derfet hebe dê êrîş bikin.”

Roja 13ê Mijdarê li cadeya Îstîklal a Taksîmê ya Stenbolê teqînek rû dabû û tê de 6 kes hatin kuştin û 81 kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu jî PKK û PYD bi wê vê teqînê tometbar kiribû û got ku kesa bombe dane cadeya Îstîklalê ji Kobanê derbasî Tirkiyê bûye û got ku ew ê di demeke nêzik de bi giranî bersiva vê êrîşê bidin.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyê Feysel Miqdad jî hişyarî da rayedarên Tirkiyê ku teqîna li Stenbolê rû daye, wek bihane bi kar neyînin ji bo gavekê li dijî Sûriyê bavêjin.