Ji bo 16 rojnamevanên girtî daxuyanî hat dayîn

Ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê ve li ber Avahiya Edliyeya Diyarbekir civîneke çapemeniyê hat dayîn û hat amajekirin ku 16 rojnameger 5 meh in girtî ne û hîn jî lêpirsîna wan bi dawî nebûye.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê ve li ber Avahiya Edliyeya Diyarbekir civîneke çapemeniyê hat dayîn û hat amajekirin ku 16 rojnameger 5 meh in girtî ne û hîn jî lêpirsîna wan bi dawî nebûye.

Li Diyarbekirê ji bo 16 rojanmevanên ku 5 meh in girtî ne, civîneke çapemeniyê ber Avahiya Edliyeya Diyarbekir hat lidarxistin.

Di civînê de daxuyaniyek ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê ve hat dayîn û bal hate kêşan ku her çiqas 5 meh ser girtina rojnamevanan derbas bibe jî lêpirsîna derbarê wan de bi dawî nebûye û dirêjbûna pêvajoya girtinê bi zanebûnî wek sizadanê tê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku  tê xwestin çapemeniya azad were bêdengkirin û hat gotin ku kar û barên rojnamevaniyê wek tawanê tê dîtin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat amajekirin ku karên rojnamevanên hatine girtin nîvco nemaye.

Di 8ê Hezîranê de di operasyona binçavkirinê de 20 jê rojnamevan bi tevahî 22 kes hatibûn binçavkirin û piştî 8 rojên pêvajoya binçavkirinê 16 kes hatibûn girtin.