NATO derbarê ketina du mûşekan li Polandayê zanyariyên nû eşkere dike

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, du mûşekên ku duh li Polandayê ketin xwarê û bû sedema kuştina du kesan, dibe ku bi rêya sîstema berevanî ya esmanî ya Ukraynayê ve li dijî mûşeka arastekirî ya Rûsyayê hatibin teqandin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, du mûşekên ku duh li Polandayê ketin xwarê û bû sedema kuştina du kesan, dibe ku bi rêya sîstema berevanî ya esmanî ya Ukraynayê ve li dijî mûşeka arastekirî ya Rûsyayê hatibin teqandin.

Piştî ketina du mûşekan li Polandayê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg serokatiya civîna awarte ya balyozên endamên NATOyê kir.

Jens Stoltenberg piştî civînê diyar kir, lêkolînên li ser bûyera Polandayê didomin û divê li benda encamên lêkolînan bin.

Stoltenberg destnîşan kir, piştî ku duh Rûsya êrîşeke berfireh bi rêya arastekirina mûşekan ve bo ser Ukraynayê dest pê kir, du mûşek li Polandayê ketin xwarê û bû sedema canjidestdana du welatiyên Polandayê.

Herwiha got: “Belgeyek tune ye ku îsbat bike ev êrîşeke bi qestî bûye. Lêkolînên destpêkê derdixin holê ku bûyer bi rêya sîstema berevanî ya esmanî ya Ukraynayê ve li dijî mûşekên arastekirî yên Rûsyayê hatine teqandin, lê belê ev bi awayekî eşkere dibêjim, ev xeletiya Ukraynayê nîne.”

Duh Sêşemê 15ê Mijdara 2022yan, medyaya Polandayê ragihand, du mûşekên Rûsyayê li gundekî rojhilatê welatê wan ketiye xwarê û bûye sedema mirina du welatiyan.