Bi serperiştiya Peymangeha Al Jazeera du xulên li ser bêjerî û belgefîlman bi dawî bûn

Bi beşdariya hejmarek ji bêjer û karmendên Saziya Kurdistan24ê û beşek ji rojnamevanên Iraqî, îro du xulên rahênanê bi dawî bûn, ku yek ji wan li ser pêşkêşvaniya televîzyonê bû, xula duyem li ser çêkirina belgefîlman bû.

Hewlêr (K24) – Bi beşdariya hejmarek ji bêjer û karmendên Saziya Kurdistan24ê û beşek ji rojnamevanên Iraqî, îro du xulên rahênanê bi dawî bûn, ku yek ji wan li ser pêşkêşvaniya televîzyonê bû, xula duyem li ser çêkirina belgefîlman bû.

Xula pêşkêşvaniya televîzyobê ji aliyê bêjerê bi nav û deng ê Al Jazeera Mihemed Kirêşan bo bêjerên kanalê hat pêşkêşkirin, ku dema wê çar roj bû û îro bi dawî bû û bawername bi ser beşdaran de hat dabeşkirin.

Herwiha xula çêkirina belgefîlman, ji aliyê rahêner Samî Derbaşî yê li Peymangeha Al Jazeera ve, bi beşdariya beşek ji rojnamevanên Saziya Kurdistan24ê û hejmareke din a rojnamevanên Iraqî bi dawî bû û bawername bi ser wan de hat dabeşkirin.

Piştî ku li Dohaya paytexta Qeterê, Saziya Kurdistan24ê ligel Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê, rêkeftina hevkariyê di warên şêwira medyayî de îmze kir, rêkeftin kete warê cîbicîkirinê, îro du xul bi dawî bûn û di siberojê de xulên li ser warên cuda cuda dê berdewam bin.