Alîgirên Tîma Skotlandê ji serdana xwe ya Diyarbekirê kêfxweş in

Alîgirên Skotlandî jî bi cil û bergên xwe li Diyarbekirê dîmenên rengîn pêk anîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Hevrikiya Dostanî ya tîmên futbolê yên Tirkiyê û Skotlandê îro, li Diyarbekirê hatin beramberî hev. Di dîrokê de yekem car e ku tîma futbolê ya Tirkiyê hevirikiyeke xwe li bajarê Diyarbekirê dike. Alîgirên Skotlandî jî bi cil û bergên xwe li Diyarbekirê dîmenên rengîn pêk anîn.

Li Diyarbekirê tîma futbolê ya Tirkiye û Skotlandê tên beramberî hev. Beriya hevirikiyê alîgirên Skotlandî jî yekem car serdana bajer kirin û ew bi baldarî Diyarbekirê nas dikin, welatiyên Diyarbekirê jî eleqeyeke zêde nîşanî Skotlandiyan didin.

Karsaz, dikandar û rêveberên hotelên li Diyarbekirê jî, balê kişandin ku li Diyarbekirê lidarxistina organîzasyonên wiha bi her alîyî sûdbexşiyan peyda dike.

Karsaz Serdar Ay ji K24ê re diyar kir: “Lîstina maçên wiha li Diyarbekirê ji bo me û civakê gelek baş û sûdbexş in. Ji derveyî welat gelek kesên biyanî tên. Ew çand, jiyan û xwarinên me dibînin û nas dikin, em jî çand û jiyana wan nas dikin. Di hemen demê de ji bo bazirganî û aborî jî baş e û em pê kêşxweş dibin. Em ji wan re alîkar dibin, ew jî me li cîhanê didin nasîn.”

Li gor daneyên ku fermî hatine ragihandin, 1100 alîgirên Skotlandê hatine Diyarbekirê û Skotlandî jî kêfxweşiya xwe ji demên ku li Diyarbekirê derbas kirine radigihînin.

Alîgirê Tîma Skotlandê Neil Forbes ji K24ê re diyar kir: “Me sefera xwe ji bo bajarekî gelek xweş kiriye û em hatine bajarekî ciyawaz. Welatiyên li vir helwesteke baş bo me nîşan didin, her ku me dibînin, bi kêfxweşî silav li me dikin û heskirina xwe nîşan didin.  Li gel ku em alîgirên tîma futbolê ya hevrik in jî, wek alîgirên xwe me pêşwazî dikin û helwesta wan dostanî ye. Em jî bi awayekî azad û ewle di nav civakê de digerin û hewla zêdetir nas kirinê didin.”

Alîgirekî din jî dibêje: “Li vê derê şopandina hevrikiyê ciyê kêfxweşiyê ye û bi mebesta hevrikiyê be jî hatina vê derê me kêfxweş kir. Bi vê sayê me Diyarbekirê nas kir û em dan û standinan dikin. Em kêfxweş in ku li bajarekî wiha fantastîk in û dema me jî gelek xweş derbas dibe.”

Hevrikiya Tirkiye û Skotlandê di 16’ê Mijdarê de, di demjimêr 20:00an dê destpê kir. Heta niha Tirkiye û Scotlan 2 car hatine beramberî hev û di wê hevrikiyê de  jî Tirkiyê 4-2 biser ketiye.