Wezareta Derve ya Amerîkayê bo K24ê: Em ji Îranê daxwaz dikin êrîşên xwe yên ser Herêma Kurdistanê rawestîne

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel do konferanseke rojnamevanî de li ser êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, bersiva pirsa Kurdistan24ê da û got: “Me çend caran gotiye, Îran di têkdana seqamgîriya navçeyê de berdewam e.”

Vedant Patel diyar kir: “Me gelek bi tundî wan êrîşên mûşekî û dronan ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar kiriye û em ji Îranê daxwaz dikin ku wan êrîşên xwe rawestîne.”

Li ser şerê Ukraynayê, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel eşkere kir, sizayên zêdetir bi ser Rûsyayê de disepînin û sizayên berê jî dê bimînin, herwiha dibêje mafê Ukraynayç heye ku berevaniya xwe bike.

Li ser rewşa siyasî ya Îranê û kuştina xwepêşanderan, Wezareta Derve ya Îranê dibêje: “Em nîgeran in.”