Balyoza Amerîkayê: Em weke hevbeşeke rasteqîn piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Alina Romanowski ragihand, Amerîka weke hevbeşeke rasteqîn, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û pabendî mana li Herêma Kurdistanê ye.

Hewlêr (K24) – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski ragihand, Amerîka weke hevbeşeke rasteqîn, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û pabendî mana li Herêma Kurdistanê ye.

Alina Romanowski li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Duhokê ragihand: “Amerîka weke hevbeşeke rasteqîne, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û li vir dimîne û rola erênî dilîze, da ku aliyên siyasî bi hev re biguhcînin.”

Li ser pêwendiyên Amerîka yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê ragihand: “Ew pêwendiyên me yên ku hene, em dixwazin berdewam bin û di berjewendiya hemû aliyan de bin.” Herwiha tekezî li ser serweriya axa Iraqê kir.

Romanowski destnîşan kir, Amerîka dixwaze pêwendiyên wê yên baş ligel Hewlêr û Bexdayê hebin û pêwendiya herdu aliyan jî bi hev re baş bin.

Li ser destwerdanên Îranê yên di karûbarên Iraqê de û êrîşên wê yên li ser Herêma Kurdistanê, Balyoza Amerîkayê diyar kir, Îran demeke dirêj e ku destwerdanê di karûbarên Iraqê de dike û serweriya axa Iraqê bin pê dike, di heman demê de Balyoza Amerîkayê, Îranê weke cîraneke bibandor bi nav dike ku pêwendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê ligel Iraqê heye, lê belê Alina Romanowski veneşart ku çareserkirina kêşeya binpêkirina axa Iraqê ji aliyê Îranê ve bi destê Iraqiyan û Mihemed Şiya Sûdanî ye û divê pêwendiyeke baş ligel Îranê dirust bike.

Derbarê kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî got: “Yek ji karên Hikûmeta niha ya Iraqê çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ye, herwiha çareserkirina kêşeyên aliyên siyasî yên Kurdistanê, çareserkirina mijara petrol, budce û bikaranîna çavkaniyên aborî, ji bo berjewendiyan her kesî ye.”