Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 17ê Mijdarê li bajarê Duhokê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku niha derfeteke nû hatiye holê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û karnameya hikûmeta nû ya Iraqê.
Serokwezîr destnîşan kir ku şandeke danûstankar a Hikûmeta Herêmê amade ye serdena Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina kêşeyan û çareserkirina wan di çarçoveya destûrê de.

