Hejmara qurbaniyên teqîna Silêmaniyê zêde bû

Hejmara qurbaniyên teqîna şeva borî ya taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê gihîşt 10 kesan.

Silêmanî (K24) – Hejmara qurbaniyên teqîna şeva borî ya taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê gihîşt 10 kesan.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, di encama teqîna sîstema gaza malekê de xaniyê welatiyekî li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 10 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Herwiha eşkere kir, hejmarek ji qurbaniyan jin û zarok in û tîmên Berevaniya Şaristanî bi derxistina qurbaniyan ji bin paşmayên xaniyê hilweşiyayî ve mijûl in.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyekê de Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir erkdar kir ku saziyên pêwendîdar ên hikûmetê, lêkolînên bi hûrgilî û bilez li ser sedema vê bûyera diltezîn bikin û biçin hawara kesên zirardîtî û her çi pêwîst be bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha sersaxî û xemgîniya xwe ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyan nîşan da û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest.

PARÊZGARÊ SILÊMANIYÊ ŞÎNA GIŞTÎ RAGIHAND

Parêzgarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em xemgîniya xwe ji ber karesata li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê tînin ziman, em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”