Di doza malbata Kurd de biryar: 7 caran cezayê zindanîkirina heta hetayê li Mehmet Altun hat birîn

Rûniştina doza komkujiya ku li Konyayê di 30yê Tîrmeha 2021ê de li dijî malbata Kurd pêk hatibû û 7 endamên malbatê hatibûn kuştin, hat dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûniştina doza komkujiya ku li Konyayê di 30yê Tîrmeha 2021ê de li dijî malbata Kurd pêk hatibû û 7 endamên malbatê hatibûn kuştin, hat dîtin. Di dozê de ji tawanbar Mehmet Altun re 7 caran cezayê zindanîkirina heta hetayê ya giran hat dayîn.

Di 12ê Gulana 2021an de li navçeya Meram a Konyayê malbata Dedeogullari rastî êrîşa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalik hat.

Piştre di 30ê Tîrmeha 2021an de ji malbata Dedeogullari 7 kes hatin kuştin, tometbar Mehmet Altun ji heman malbatê Yaşar Dedeogullari û hevjîna wî Îpek (57), zarokên wan Serap (33), Serpîl (29), Sîbel (35), Metîn (42) û Bariş Dedeogullari (31) kuştibûn.

Rûniştina doza ku tometbarê girtî Mehmet Altun û 9 tometbarên din dihatin darizandin, li 4emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê dest pê kir.

Di dozê de piştî daxwaza redkirina dadger heyeta dadgehê parêzer ji salonê derxistin. Di rûniştinê de daxwaza redkirina dadger ji aliyê parêzerên malbata Dedeogullari nehat qebûlkirin. Heyeta dadgehê piştre parêzer ji salonê derxistin.

Li tometbar Mehmet Altun 7 caran cezayê zindanîkirina heta hetayê û ji ber sûcên cuda 10 sal cezaya girtîgehê hat birîn. Li aliyê din tometbarên din ên dozê beraat kirin.