Parêzgarê Silêmaniyê: Hejmara qurbaniyên teqînê gihîşt 11 kesan

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, yek ji wan zarokên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 11 kesan.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, yek ji wan zarokên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 11 kesan.

Piştî teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihîşte 11 kesan û 12 kes jî di bûyerê de birîndar bûn.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyekê de ragihand, yek ji wan zarokên ku di teqînê de birîndar bûbû û bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, îro Înê canê xwe ji dest da û hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihîşt 11 kesan.

Heval Ebûbekir diyar kir: “Niha pêwîstiya em bi wê yekê heye ku welatiyên me derfeta wê bidin ku tîmên me bi başî karên xwe encam bidin.”