Li teqîna Silêmaniyê hejmara qurbaniyan gihîşt 15 kesan

Termên sê kesên din di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe de hatin

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li bajarê Silêmaniyê, termê sê kesên din di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe de hatin dîtin û hejmara kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 15 kesan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere kir, sê termên din ji bin xaniyê rûxayî hatin derxistin û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîş 15 kesan û 12 welatiyên din jî birîndar in.

Herwiha diyar kir, hejmara birîndarên ku rewşa wan baştir e û ji nexweşxaneyê derketine, pênc kes in û hîn heft kes li nexweşxaneyê ne.

Ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Silêmaniyê ji ber vê bûyerê, rojek şîna giştî ragihand.