Rêber Ehmed: Bi fermana Serokwezîr eger pêwîst bike em ê birîndaran bişînin derveyî welat

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed spasiya tîmên ku di rizgarkirina qurbaniyên bûyera Silêmaniyê de rol lîstine kir.

Hewlêr (K24) - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed  spasiya tîmên ku di rizgarkirina qurbaniyên bûyera Silêmaniyê de rol lîstine kir.

Rêber Ehmed li cihê teqîna li Silêmaniyê, bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya tîm, karmend û hêzên hawarçûnê kir û ji Kurdistan24ê re got: “Bi fermana Serokwezîr eger pêwîst bike em ê birîndaran bişînin derveyî welat.”

Herwiha Rêber Ehmed ragihand: “Serokwezîr spasiyê li hemû hêzên ku beşdarî rizgarkirina kesên di bin malê de mane dike, we em serbilind kirin, tiştê ku pêwîst be dê di Wezareta Navxwe de were dabînkirin, spas ji bo hemû xelkê Silêmanî spas ji bo tîmên tendirustiyê, şaredariyan, asayîşê, wezaretên ku hevkariya polîsan kirin, we karekî pir xweş kir, em bi we serbilind in.”

Îro înê 18ê Mijdara 2022yan Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo agahdarbûna zêdetir ji karesata şeva borî ya ku 15 welatiyên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û 12 kes birîndar bûn, serdana Silêmaniyê kir.