Washington behsa egera operasyona serbazî ya Tirkiyê li Iraq û Sûriyê dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber egera operasyona serbazî ya ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bo ser Iraq û Sûriyê, hişyariyê dide welatiyên xwe yên li Iraqê.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber egera operasyona serbazî ya ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bo ser Iraq û Sûriyê, hişyariyê dide welatiyên xwe yên li Iraqê.

Îro Înê 18ê Mijdara 2022yan, Wezareta Derve ya Amerîkayê, li Iraqê hişyarî da welatiyên xwe ku li Iraq û Sûriyê nêzîkî deverên sînorî yên van herdu welatan ên ligel Tirkiyê nebin, ji ber pêşbînî dikin di çend rojên bê de artêşa Tirkiyê operasyoneke serbazî bo ser Iraq û bakurê Sûriyê dest pê bike.

Ji aliyê xwe ve, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, li gor çend raportên piştrastkirî yên Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, behsa egera operasyona serbazî ya Tirkiyê dikin, herwiha hişyariyê didin welatê xwe ku nêzîkî deverên sînorî û kombûnan nebin.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyê dide hemwelatiyên welatê xwe ku geştê bo Iraq û Sûriyê nekin, ji ber ku hîn jî di bin gefa teror û milmilaniya çekdariyê de ne.