DÎKAVê xelata îsal a wêjeyî li ser navê nivîskar Îhsan Fîkret Bîçîcî da

Weqfa Parastin û Pêşxistina Çanda Diyarbekirê (DÎKAV), bi merasîmekî îsal xelata wêjeyî li ser navê nivîskar û hiqûqnas Îhsan Fîkret Bîçîcî da.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Weqfa Parastin û Pêşxistina Çanda Diyarbekirê (DÎKAV), bi merasîmekî îsal xelata wêjeyî li ser navê nivîskar û hiqûqnas Îhsan Fîkret Bîçîcî da. Di merasîmê de bal hat kişandin ku Îhsan Fîkret Bîçîcî, nirxekî bajêrê Diyarebekirê ye û bi vê xelatdayîn û merasîmê hem dixwazin qedra nirxekî bajarê Diyarbekirê bigirin, hem jî wan rêçên edebî yên watedar bidin berdewamkirin.

Li Diyarbekirê bi merasîmekî,  xelatên îsal yên ku ji aliyê DÎKAVê ve ji bo yad kirina nivîskarê ji Diyarbekirê Îhsan Fîkret Bîçîcî dihat dayîn, hat dayîn.

Rêvebirên DÎKAVê Şehmûs Dîken di merasîmê de bal kişandin ku Bîçîcî, di helbest û wêjeya xwe de behsa çand, dîrok û rewş û hêstên civaka bajêr kirî ye û nivîskarên ku di wê reyê de dinivîsin jî hatine xelatkirin.

Şehmûs Dîken diyar kir: “Hemû post û pile di nav demajoyê de tên jibîrkirin û winda dibin. Lê berhemên hunerî û çandî nemir in. Îhsan Fîkret Bîçîcî jî, nirxekî vî bajarî ye ku xizmeta nirxên vî bajarî kiriye û li pey xwe rêç hiştiye. Me jî îro hem wî yad kir, hem jî nivîskarên ku wek wî, li çav, dîrok û rihê vî bajarî xwedî derdikevin xelat kir. Emê çalakî û xebatên xwe yên çandî, wêjeyî û hunerî bi hevkariya sazî û nişteciyên bajêr berdewam bikin. ”

Xelatên Îsal ku di beşa helbestan de hat dayîn, ji bo 2 helbestavanan Îbrahîm Tig û Alpaslan Akdag hat parvekirin.

Nivîskar Îbrahîm Tig diyar kir: “Ez 5 sal li vî bajarî mam û min li zaningehê endezyarî xwend. Di wan salan de min çavdêrî kir û min rastiyên ku li vî bajarê pirsgirêkan peyda dikin dît, dîsa min  birînên vî bajarî dît û min dît ku li vê derê jiyan çiqas zehmet e. Wan zanînan jî bi min re rêçan hiştin. Ez jî niha wan rêçên ku ji vî bajêra bi min re mane, bi zimanê aşitîyê di wêjeya xwe dikim mijar.”

Îhsan Fîkret Bîçîcî ku li ser navê wî xelat hat dayîn; di sala 1934’an de li Diyarbekirê jidayîk bûye û di sala 1953’an de li Enqerê ji beşa Hiqûqê derçûye. Bîçîcî ji sala 1952’an heta ku koça dawî kiriye, di bi dehan kovaran de nivîs û helbest nivîsî ye. Di 29’ê Mîjdar a 2013’an de jî koça dawî kiriye.