Saziyên Jinan daxwaza rawestandina tundiyên li ser jinan dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Saziyên Jinan ên li Diyarbekirê, ji bo rawestandina tundîyan û bi taybet tundiyên li ser jinan, dest bi çalakiyan kirine. Ji aliyekî ve çalakiyên hefteya ‘25’ê Mijdarê Roja Dîjderketina Tundiyên li ser Jinan’ berdewam dikin, ji aliyê din de jî bi mixabinî her roj jin bi destên kesên li derdora xwe ve tên kuştin. Li Diyarbekirê jî îro awazên malabata Meryem Sevîm ku di 13’ê vê mehê de, ji aliyê dildarê xwe ve hatibû kuştin bilind bûn.

Feryad û awazên xuşkekî li Diyarbekirê  bi naçarîya xwe ya li hember encamên tundrewiya li ser jinê bilind dibe. Xuşka Hulya, Meryem Sevîm hêj 21 salî bû û li gor agahiyên ku malbat û şahidên buyerê ragihandine, di 13’ê Mijdarê de, Musa Sevîm, tê dixwaze ku Meryem pê re bizewuce, piştî ku Meryem wî red dike jî, Musa wê bi 9 guleyan gulebaran dike û dikuje.

Malbata Meryem jî bi Kurdî û Tirkî daxwaza girtin û cezakirina Mûsa Sevîm dike.

Amojina Meryem Sevîm Kewser Sevîm ji K24ê re got: “Serê sibê diçe kafeteryayekî ku çayek vexwe û vegere malê. Û dema ku çay vedixun ew lawik hatiye bela xwe pê daye û gotiyê : ‘ya tu min distînî yan jî ez te dikujim.’ Wê jî gotiye : ‘ez te nagirim’ dema ku dibêje te nagirim jî 2 gule berî lingê wê dide, piştre vedigere, bera serê wê jî dide û dikuje. Em dixwazin ku wî bigirin da ku careke din zirarê nede me”

Parêzera dozê û Nûnera Komisyona Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê jî, radigihîne ku ewê ji şopînerê dozê bin da ku dadwerî pêkwere.

Parêzer û Nûnera Komisyona Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê Asya Cemre Işik dibêje: “Ev sazûmaniya tundrewî û hişmendiya mêrperset, mixabin ji nêzîkî mirov jî pêk tên. Di kuştina Meryem de jî heman tişt heye. Bi îradeya xwe, ji qatîl Musa re dibêje ku ez te naxwazim, lê li gel ku demeke dirêj di bin gefandaye jî, bi hêzên ewlehiyê jî baweriya xwe neanî ye ku bibêje min biparêzin. Di vr de em her tim dibêjin ku divê polîtîqayên giştî hebin û jin û welatiyan biparêzin.  Niha li ser dosyayê nehênî heye û kujer hêj nehatiye girtin.”

Malbata Meryem, radigihîne ku Mûsa Sevîm, li hevalên Meryem gef xwariye ku beşdarî daxuyaniyê nebin û ewê li daxuyanîyê jî êrişên kujerî bike, loma jî hevalên wê nehatine daxuayniyê. Malbata Meryem û saziyên jinan daxwaz dikin ku kujer demildest bê girtin û ceza kirin.