Encamên êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê piştî nîvê şevê û piştî şeva borî êrîşî herêmên Kobanî, Şahba, Girê Spî, Zarkan û Dêrikê kirin. di encamê hejmarek kesên sivîl, şervanên HSDê û her wiha leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 50 firokeyên F16 û 20 firokeyên bêfirokevan di êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bikar anîne.

Li gor nûçeyên medyaya ser bi Rêveberiya Xweser jî encamên êrîşan wiha ne:

Li Dêrikê

Hat ragihandin, li gundê Teqil Beqil a ser bi Dêrikê 7 kes hatin kuştin ku di nava wan de peyamnêrê “ANHA” heye û 3 kesên din birîndar bûn.

Li Zirkanê

Her wiha gundê Hermil a bakurê nahiya Zirkanê û sayloyên genim ên gundê Dehr El-Ereb hatin bombebarankirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn. Her wiha 3 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Li Girê Sipî

Xaleke rêjîma Sûriyê li gundê Qezelî yê ser bi Girê Sipî ve, leşkerekî rêjîma Sûriyê hat kuştin û 2 leşkerên din birîndar bûn.

Li Kobanê

Riya Cerablusê, daristana Kobanê, taxa Kaniya Kurdan, gundê Hilincê û girê Miştenûrê hatin bombebarankirin û di encamê de peyamnêrê “Strêrk TV” birîndar bû.

Li herêma Şehbayê

Di bombebarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê de, 10 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, di encama êrîşên Tirkiyê de, 27 kes hatine kuştin, ji nava wan: 14 ji hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve, medyakarek û 12 kes ji hêzên rêjîma Sûriyê hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 38 kes jî di êrîşên Tirkiyê de birîndar bûne û rewşa hin birîndaran giran e.