Kurd xwedî çandeke kevnar, dewlemend û resen in

Şivan Perwer:
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer di hevdîtinekê ligel Kurdistan24ê de, behsa biçûkaniya xwe, civak û kelepûra Kurdî, jina Kurd û erk û berpirsyariyên hunermendên Kurd kir.

Şivan Perwer derbarê zarokatiya xwe de got: Ez her biçûkaniyê ve gelekî çalak bûm, di temenê 11 saliyê de û piştî qedandina xwendina seretayî, min berê xwe da bajêr. Min dixwast jiyana modern nas bikim û perwerdehiyeke modern werbigirim.

Her wiha got: “Bavê min dixwast ez erebî bixwînim û bibim mela. Min ji bavê xwe re got, ez dikarim di mehekê de Quranê bixwînim, lê xewneke min a din heye û divê ez li dû wê biçim, ta ku guhartinek di min û civakê de çêbibe.

Şivan Perwer amaje bi civatên ku li mala wan û mêvanên bavê xwe kir û got ku, dengê bav û xalekî wî xweş bû û kilam digotin û li civatan çîrokên lehengiyê û dastanên Kurdî dihatin gotin û dîrok, serpêhatî û şerên eşîran dihatin vegotin û wî jî guhdariya hemû van bûyer û serpêhatiyan dikir û ji wan fêr dibû ku kultureke dewlemend bû.

Şivan Perwer got jî: Tê gotin ku 5 hezar berî zayînê, şaristanî ji Someran hatiye, heta niha kes nizane ku ew Arî ne yan Samî ne, lê wan dastan li ser keviran nivîsîne, wek dastana Gilgamêş.” Şivan Perwer behsa çîroka Gilgamiş û bûyer û serpêhatiyên wê kir û got ku piştî Someran, Aşûrî, Adadî û Babilî hatin û çûn, lê Kurd her li ser xaka xwe man. Kurd xwediyê vî cihî ne û lê şaristanî çêkirin û dan cîhanê.

Her wiha got: Kurd xwedî çandeke kevnar, dewlemend û resen in. Çîroka Hezretî Mûsa, piştî Zeredeşt e, anku nasîna Xwedê jî ji Zerdeştiyê derketiye ku ew jî Kurd in. Kurdan gelên din fêrî şaristanî û bîr û baweriyan kirine. Hunermendê dîrok, felsefe, rastiyan û civaka xwe nas neke, nikare hunera baş pêşkêş bike. Hunera baş, di têgihîştinê de ye. Divê em gelê xwe di her warî de şiyar bikin.

Derbarê pirsa jina Kurd de jî Şivan Perwer got: Jina Kurd di jiyana Kurdî de roleke gelekî mezin lîstiye. Jin jî ji jiyanê hatiye. Dayika Kurd gelekî zehmetkêş e û di nava Kurdan de her ji kûrahiya dîrokê ve, pêgeha jinê bilind e. Niha jî eger jin di civakekê de ne têgihîştî û azad be, ew civak li paş dimîne.

Şivan Perwer amaje bi dîrok û ezmûnên welatên Ewropî kir û got jî: Demokrasî, naskirina mafên mirovan e, çi jin be û çi mêr be. Divê rêz li mafên me yên civakî bê girtin. Civakên ku mafên Kurdan binpê dikin, ew jî ne civakên azad in, ji ber wê civakên ereb, tirk û farisan jî ne azad in.

Li ser hunerê jî Şivan Perwer got: Wek çawa ol biryarên baş û nebaşî dide, zanist jî rastî û şaşî dide, hêmaneke din jî heye rewşenî ye. Rewşenî, huner, wêje, kelepûr, ragihand hwd.. eger hunermend baş têbigihe van tiştan û di hunera xwe de bi kar bîne, ew huner dibe rewşeniyeke gelekî baş ku pê ziman, kultur û bîr û baweriyê jî xurt dike.

Şivan Perwer li ser rewşa Kurdan got jî: Kurd divê mafê xwe binase û daxwaza wê bike, ne ku dijminatiya ti aliyekî din bike. Divê Kurd nifşê xwe yê nû baş fêr bike û xwe di her warî de birêkxistin bikin û bi xwe bawer bin. Rewşa bêdewletbûnê, hîştiye ku takê Kurd çi hunermend û çi siyasetmedar be û xwe ji yên netewên din kêmtir bibîne, kesê ketî jî nabe xwedî hizrê bîr û ramanên berfireh û azad. Dê di nava Kurdan de, oldar, komunîst, sosyalîst, lîberal hebin, çawa em van hemûyan jî li hev kom bikin, ew karê rewşenbîr û siyasetmedaran e. Divê ji bo pêşerojeke baştir, ev hemû destên xwe bidin hevdu.

Şivan Perwer li ser wêneyeke wî ya ligel Serok Mesûd Barzanî ku di sala 1985an li Viennayê hatiye girtin got: Ez gelekî ji cenabê kak Mesûd hez dikim ji ber ku kesekî pir dirust e, ew pir ji welat û miletê xwe hez dike. Cenabê kak Mesûd cudahiyê naxe navbera gelê xwe, çi Başûrî be, yan Bakurî, Rojhilatî û Rojavayî be. Derbarê wê wêneyê de, hevdîtina me bi riya xalê kak Mesûd, Sebah Zêbarê bû, ez çûm Viennayê û me hevdu dît.