HSD: Êrîşên Tirkiyê dê bê bersiv nemînin

HSD: Di dem û cihên guncaw de Dê bersivên bibandor û pêwîst werin dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşên şeva borî di daxuyanekê de ragihand, “Armanca vê êrîşê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû.”

Ji şevê din de û heta danê sibehê dewleta Tirkiyê bi firokeyên şer û firokeyên bêfirokvan herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 50 firokeyên F16 û 20 firokeyên bêfirokevan di êrişên xwe de bikar anîne.

Di vê derbarê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişan daxuyanî da û ragihand, “Dewleta Tirk a dagirker ev demek dirêj bû amadekariyên êrîşeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikir. Bi taybetî provakasyona ku bi xwe xwe li Stenbolê pêk anîbûn, kirin hincet û gefên êrîşê li ser herêma me xwarin. Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê Mijdarê de bi şev seat di 12:00’an de êrîşeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anîn. Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrîşên hewayî heya danê sibê bi navber berdewam kir.”

HSDê amaje bi encamên van êrîşan kir û diyar kir, 14 kesên sivîl û şervanên HSDê hatin kuştin, her wiha zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ev êrîş ne tenê li hember gelê Kurd hat kirin. Armanca vê êrîşê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû.”

Her wiha got: “Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heta niha çawa ku me herêm û gelê xwe ji êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker parastin, ji niha û şûn de jî em ê vê erka xwe ya dîrokî bi israr û biryarbûnek mezin berdewam bikin. Ev komkujiyên dewleta Tirk a dagirker wê bê bersiv nemînin. Di dem û cihên guncaw de wê bersivên bibandor û pêwîst werin dayîn.”