Îranê careke din êrîşî hin navçeyên Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşa Îranê ya bi dron û mûşekan li ser kamp û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, kesek hate kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Îro berbanga 21ê Mijdara 2022an Kelha Demokrat li Koye, baregehên Komeleya Zehmetkêşan li Banegewr û Zirgiwêzê û kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bajarokê Behrikê yê li parêzgeha Hewlêrê hatin bombebarankirin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Elî Budaxî ji K24ê re ragihand, pêşmergeyekî bi navê Behzad di encama bombebarana Îranê de li navçeya Koyê şehîd bûye.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Aso Hewêzî ji K24ê re ragihand, her çend piştî teqînan tîmên hawarhatinê ber bi cihê bûyerê ve çûne, lê nekarîne bigihin cihê bûyerê.

Peyamnêrê K24ê ragihand, ji ber bihîstina dengê teqîn û dronan, hêzên ewlehiyê hişyarî dane her kesî ku nêzîkî cihê bûyerê nebin.

Peyamnêrê me diyar kir jî, di kampa Kurdên Rojhilat li Behrikê, 2 kes bi sivikî birîndar bûne û neçûn nexweşxaneyê.

Her wiha Berdevkê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aso Hawêzî tekez kir, teqînên li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê, ji bilî ziyanên canî, ziyaneke derûnî jî li welatiyên wan deveran kiriye.

Ev êrîş piştî wê yekê tên ku roja 14ê Mijdara 2022an, Îranê êrişî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê kirin, di encamê de jî 2 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Her wiha roja 28ê Îlona borî jî, baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê û kampa niştecihbûna xelkê sivîl li Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Pirdê ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatibûn armanckirin. Di wê êrîşê de jî, 18 kes şehîd bûn û 51 kes birîndar bûn.