Ji bo cara yekem Erdogan û El-Sîsî li Qatarê bi destê hevdu girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî neh salan, di asta herî bilind de danûstandin di navbera Tirkiye û Misirê re çêbû û serokomarên her du welatan li Qeterê hev dîtin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî duhî li Qeterê di mêvandariya bavê Emîrê Qeterê Hemed El-Sanî de hev dîtin.

Ev hevdîtina piştî neh salan, yekem danûstandina herî pilebilind a di navbera Tirkiyê û Misirê de ye.

Li Misirê piştî ku di sala 2013an de Îxwanî Muslîmîn di desthilatê de nemabûn û El-Sîsî hatibû ser desthilatê, Erdogan nerazîbûneke tund nîşan dabû û El-Sîsî wekî kudetakar bi nav kiribû û ji wê demê ve pêwendiyên her du welatan sar bûne.

Her du welatan sala borî dest bi şêwirên siyasî li ser asta berpirsên payebilind ên wezaretên derve kiribûn, di nava hewldana Tirkiyê de ji bo kêmkirina aloziyan ligel Misir, Îmarat, Îsraîl û Erebistana Siûdiyê.

Tirkiye demek e pêwendiyên xwe yên bi welatên li navçeyê re asayî dike, Serokomarê Tirkiyê hefteya borî gotibû, ew amade ye rûpeleke nû bi Serokê Suriyê Beşar Esed re jî veke.