Komeleya Mafên Mirovan: Dewlet mafên zarokên Kurd nabîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê saziyên sivîl ve bi boneya Roja Mafên zarokan a Cîhanî daxuyanî hatin dayîn û li gorî daneyan, di 5 salên dawî de 40 zarokan di encama pevçûn, êrîşên bombeyi, teqîna mayînan û lêdana wesaîtên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane û wek sedem jî çaresernebûna pirsa Kurd hat nîşandan.

Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekir ve bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî civînek çapemeniyê hat li darxistin û derbarê binpêkirina mafên zarokan de raportek a 5 salên dawî ya Bakurê Kurdistanê hat aşkerekirin. Li gorî daneyan 5 salên dawîn 40 zarokan li Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên wek êrîşên bombeyi, şer û pevçûn, teqîna mayînan û lêdana wesaîtên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane. Parastvanên Mafên Mirovan amaje kirin ku sedema sereke ya mirina zarokan çaresernebuna pirsa Kurd e.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan A Şaxa Diyarbekir Abdullah Zeytun ji K24ê re got: “Dewlet çawa li pirsa Kurd dinihêre wisa li zarokên Kurdan jî dinihêre. Mafên zarokên Kurd nabîne û mafên perwerdehî û çanda zarokên Kurd jî nabîne.”

Baroya Diyarbekir jî derbarê Roja Mafên Zarokan û Peymana Mafên zarokan a Neteweyên Yekgirtî de civînek çapemeniyê li dar xist û hat amajekirin ku Tirkiye her çiqas Peymana Mafên Zarokan îmze kiribe jî ji ber mafê perwerdehiya zimanê zikmakî peymanê cibîcî nake.

Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekir Bêrîvan Tûran dibêje: “Em dizanin ji bo ku mafên perwerdehiya zarokên Kurd nas neke Peymana Mafên zarojkan cibîcî nake û zarokên Kurd dimînin bin wesaîtên zirxî de û her wiha di girtîgehan de rastî muameleyên xirap tên.”

Di daxuyaniyan de bal hate kêşan ku Tirkiyeyê di sala 1995an de Peymana Mafên Zarokan xistiye meriyetê û her çiqas 27 sal ji ser derbas bibin jî hîn jî Tirkiyeyê nekariye zarokan biparêze û mafên zarokan cîbicî bike.