NY: Divê êrişên dubare û binpêkirina serweriya Iraqê werin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, divê êrişên dubare û binpêkirina serweriya Iraqê werin rawestandin.

Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê li ser êrîşên welatên cîran ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek da û got: "Divê êrîşên dubare û binpêkirina serweriya Iraqê werin rawestandin. Ev kiryarên destdirêjker dê ne tenê aloziyan zêde bike, lê dê bibe sedema karesatê jî.”

Netewên Yekgirtî dibêje: “Tekane rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên derve yên welatên cîran, bikaranîna rêyên dîplomatîk e.”

Îranê îro 21ê Mijdara 2022an bi drone û mûşekan çend kampên nişticihbûnê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistana kirine armanc. Li gor amarên dawî, di encama êrişa Îranê de Pêşmergeyekî Partiya Demokrat yê bi navê Behzad şehîd bûye.