Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Ti bihane ji binpêkirinên Îranê re nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşên Îranê de belav kir û ragihand, “Binpêkirina berdewam a Îranê li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, ti bihane jê re nîne”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Em êrîşa şeva borî ya Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

Her wiha tekez kir: “Binpêkirina berdewam a Îranê li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, ti bihane jê re tune ye û binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî û pêwendiyên cîrantiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku dest ji van êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê berde, ji ber ku aramî qet bi tundiyê pêk nayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li dost û hevbeşên xwe yên li Hikûmeta Federal, Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî bi giştî dike ku li hember van êrîşên berdewam ên Îranê helwesteke zelal nîşan bidin.