Mamostayên olî yên Rojhilat: Em piştgiriya daxwazên rewa yên gelê xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamostayên olî yên li Şino, Nexede û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan daxwazên gel û gotin: “Çarenivîsa me ji çarenivîsa gelê me ne cuda ye.”

Di vîdyoyekê de bi dehan mamostayên olî behsa xwepêşandanên vê dawiyê yên li bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirin û ragihandin, “Ev çendîn sal in daxwazên gelên dilsoz ên derbarê dadperwerî, wekhevî, dabeşkirina dadwerane ya xizmetguzariyan, bidawîanîna kuştina kolberan û cibicîkirina destûrê, ji aliyê desthilatdaran ve bê bersiv dimînin û tên piştguhkirin.

Di vîdyoyê de mamosteyê olî yê Pîranşarê Emîr Xalidî daxuyaniyê dixwîne û dibêje: “Nebûna azadî, dadweriya civakî û enflasyona aboriyê, ji her demê bêhtir gel xistiye nava krîzê. Li gor Qurana pîroz, erkê yasayî û îslamî ya desthilatdaran ew e, rûmet, azadî û mal û milkê hemû beşên civakê biparêzin û li welat wekhevî û xweşguzariyê pêk bînin. Lê mixabin pirsgirêk û bêdadwerî, bûye sedem ku gel nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Mixabin jî rayedar guh nadin dengê gel. Tepeserkirina xwepêşandanan re jî, ew bêtir bêzar kirin.”

Mamostayên olî yên Şino, Nexede û Pîranşarê dibêjin, wan 5 xal pêşkêşî hikûmet, gel û raya giştî kirine.

Di xala yekem de hatiye: “Di dirêjahiya dîrokê de, tenê xelkê piştevaniya madî û manewî dane mamostayên olî yên Kurdistanê. Çarenivsa me ji çarenivsa gel cuda nîne. Ji ber ku mamosta di hemû qonaxên dîrokê de her tim dost û piştgirên gel bûne, niha jî em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo xwepêşandanên sivîl û daxwazên mafdar ên gel radigihînin.”

Mamostayan sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyerên vê dawiyê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re xwastin û êrîşên li ser mal û milkên xelkê û hikûmetê, dijûn û bikaranîna gotinên nebaş li dijî gel bi her hincetekê jî, bi nerewa û li dijî şerîet û yasa zanîn.  

Her wiha mamosteyan tekez kirin: “Divê welatî hişyar bin, eger hilweşandin û şewitandina mal û milkên xelkê li şûna daxwazên rewa yên maf û dadperweriyê bigire, çareseriyên medenî dê nemînin û dijminên me jî dê kêfxweş bibin. Baweriya me bi xwepêşandanên aştiyane û bêtundiyê heye.”

Mamosteyên olî dibêjin: “Em bang li rayedaran dikin ku bersivê bidin daxwazên rewa yên gel û dengê nerazîbûna wan bibihîzin. Yên ku xwîna xwe dane vî welatî, divê bi gule û serkutkirinê bersivê nedin. Her kesê ji her aliyekî ve were kuştin, ciwanên vê xakê ye. Em ne bi kuştina ti kesekî re ne.”

Mamostayên olî yên Şino, Nexde û Pîranşarê daxwaz kirin ku bilez lêpirsîn bi kujerên ciwanan re bên kirin û kesên hatine binçavkirin di zûtirîn dem de bêne berdan.