12 baroyên Bakurê Kurdistanê: Operasyon pirsgirêkan kûrtir dikin

"Operasyonên leşkerî û şer û pevçûn, dibin sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û gef li ser ewlehiya civakî peyda dikin."

Diyarbekir (K24) – Baroyên Diyarbekir, Riha, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mûş û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

12 baroyên li bajarên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyeke hevpar de li ser operasyonên leşkerî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên kirin, ragihandin ku operasyonên leşkerî û şer û pevçûn, dibin sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û gef li ser ewlehiya civakî peyda dikin.

Di daxuyaniya baroyan de bal hatiye kişandin ku di encama operasyonan de, birîndar û mirî çêbûne û eger operasyon berdewam bikin, metirsiya ku zêdetir kes birîndar bibe û canê xwe jidest bide peyda dibe. Loma jî ji bo aştiyeke mayînde û ewlehiya giştî ya civakî divê rê û rêbazên aştiyê ji bo çareseriya kêşeyan û pêşîlêgirtina tundiyan bên destpêkirin.

Hatiye ragihandin ku berpirsyariya sazûmankirina aştiya civakî li ser rêvebirên dewletê ye û divê rayedar bi wê berpirsyariyê tevbigerin.

Bang û daxwaz hatiye kirin ku hemû aliyên rayedar, ji bo bi rêyên aştiyane û diyalogê, metirsiyên li ser ewlehiya civakê bidin rawestandin û bi zêdekirina tundiyan kêşeyan kûrtir nekin.