Ji ber êrîşên mûşekî li Koye gundek hat valakirin

Ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê, gundekî li sînorê navçeya Koye hatiye vakirin û xelkê navçeyê di rewşeke nearam de ne.

Hewlêr (K24) – Ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê, gundekî li sînorê navçeya Koye hatiye vakirin û xelkê navçeyê di rewşeke nearam de ne.

Qaymeqamê Navçeya Koye Tariq Heyderî li ser êrîşên dronî û mûşekî yên Îranê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Rewşa ewlehiyê ya li nav bajêr parastî ye, lê belê xelk ditirsin, çimkî dema êrîşên mûşekî diyar nîne, loma xelk di rewşeke nearam de ne û xelk neheq nîne ku tirs û xofa wan hebe.”

Li ser rewşa dewama dibistanan, Tariq Heyderî diyar kir: “Em naxwazin proseya xwendinê bibe qurbaniya vê rewşê, em ligel Wezareta Perwerdehiyê li ser xetê ne û me hewl daye navber nekeve proseya xwendinê û berdewam be.”

Heyderî destnîşan kir ku rûpelên medyaya civakî bandoreke neyênî li xelkê dikin û tirs li nav xelkê belav dibe.

Qaymeqamê Navçeya Koye ragihand ku hejmarek gundên derdora kampa azadî ji ber êrîşên mûşekî hatine valakirin, bo nimûne gundê Hermote yê welatiyên Mesîhî û got: “Ji yekem mûşekbarana îsal ve gundê Hermote hatiye valakirin û nişteciyên wî niha nikarin vegerin cih û warê xwe.”