Parlamentoya Kurdistanê êrîşên Îranê bi tundî şermezar kir

Parlamentoya Kurdistanê êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Parlamentoya Kurdistanê êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan, di daxuyaniyekê de Parlamentoya Kurdistanê nîgeraniya xwe li ser êrîşên herî dawî yên mûşekî û dronan ên hêzên Îranê yên li ser çend navçeyên herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê nîşan da û diyar kir: “Em bi tundî van êrîşên bêhincet şermezar dikin.”

Di daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de tekezî li ser pêwîstiya pêşvebirina pêwendiyan ligel hemû cîranan li ser bingeha rêz û berjewendiya hevbeş, destwernedana karûbarên navxwe yên hev û pabendbûna temam a yasayên navdewletî kiriye.

Herwiha Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir: “Em êrîşên serbazî yên hemû aliyan şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne, ku mekanîzmaya serbazî ne tenê kêşeyan çareser nake, di heman demê de asoya çareserî û aştiya navçeyî dixe metirsiya zêdetir.”

Di beşeke din a daxuyaniya parlamentoyê de, ji hikûmeta federal hatiye xwestin ku erkê xwe yê destûrî ji bo parastina serweriya Iraqê tevî Herêma Kurdistanê cîbicî bike û hemû rêyên dîplomasiyê ji bo vê armancê bigre ber xwe.

Îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan, Îranê bi rêya dron û mûşekan çend kampên niştecîbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin armanc. Li gor amarên herî dawî, di encama êrîşa Îranê de pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şehîd bû.