Li Duhokê tanka gazê teqiya

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û li gor zanyariyên destpêkê birîndar hene.

Hewlêr (K24) – Li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û li gor zanyariyên destpêkê 4 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand: “Mixabin ji ber teqîna firin û avahiya beşa navxwe ya li bajarê Duhokê, tîmên hawarçûna bilez û hejmara 122 yên Tendirustiya Duhokê berdewam in di wergirtin û veguhestina birîndaran bo nexweşxaneyan de.”

Dr. Saman Berzincî eşkere kir: “Li gor amarên destpêkê yên Tendirustiya Duhokê, heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dane û 26 birîndar bo nexweşxaneyê hatine rakirin, ku beşek ji wan rewşa tendirustiya wan xirab e û pêşbîniya hebûna birîndarên din tê kirin.”