Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî opeerasyonên arteşa Tirkiyeyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê, li heft bajarên Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Parêzgarên bajarên Diyarbekir, Şirnex, Mûş, Çewlik, Wan, Bidlîs û Rihayê her cûre çalakî, kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, xwepêşandan qedexe kirin.

Li gorî biryara parêzaran, çalakî û xwepêşandan li Diyarbekirê, Şirnexê û Mûşê heft rojan, li Rihayê û Bidlîsê heta 15 rojan, li Wanê jî 9 rojan hatine qedexekirin.

Hinceta qedexeyê wekî parastina aramiya civakî û banga PKKê ya ji bo xwepêşandanan hatiye nîşandan.

Arteşa Tirkiyeyê roja Yekşemê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dest bi oporasyoneka asmanî kiribû.

Duhî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Qada Şêx Seîd a li Diyarbekirê ligel saziyên civaka sivîl kom bûn.

Di wê kombûnê de jî, Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya HDPê Zeyyat Ceylan jî di nav de, 47 kes li Diyarbekirê hatin binçavkirin.