Rûsya bang li Tirkiyê bo “êrîşên li ser Rojava” xwe bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşên Tirkiye li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev îro Sêşemê got, Mosko bang li Enqerê dike ku xwe bigire û rewşê aloztir neke.

Lavrentiev di destpêka gera 19emîn a danûstandinên Asatana ya taybet bi dosyeya Sûriyê de got: "Em ê bang li hevkarên xwe yên Tirk bikin ku xwe bigirin ji bo rageşiyê zêde nekin, ne tenê li herêmên bakur û bakur-rojhilatê Sûriyeyê, lê li tevahiya herêman.”

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e bi hevkariya hemû aliyên pêwendîdar berdewam bin, ji bo çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêka Kurdî re were dîtin.

Lavrentiev amaje bi wê yekê jî kir, ku Tirkiyê berî operasyona asmanî ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Rûsyayê agahdar nekiriye û da zanîn, ew ê vê pirsê di civîna li Astanayê de gotûbêj bikin.

Nûnerê taybet ê Rûsyayê got: “Em hêvîdar in ku hevkarên xwe yên Tirkiyê qayil bikin ku xwe ji bikaranîna hêza zêde li ser xaka Sûriyê dûr bixin.”

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan duhî ji rojnamevanan re got ku operasyonên wan dê berdewam bin û dê tenê bi êrîşên asmanî ne sînordar bin. Erdogan da zanîn jî, Wezareta Berevaniyê û Serokatiya Sererkaniyê dê biryara operasyona bejayî bidin.