Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Bexdayê dike û dê rewşa welat, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina wan bi berpirsên pilebilind ên Iraqê re gotûbêj bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 22ê Mijdara 2022an belav kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Bexdayê de dike û ligel Serokomarê Iraqa Federal Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Desthilata Dadwerî Fayeq Zêdan û berpirsên din ên Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê dicive.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de dê rewşa welat, pêwendî û pirsên Hewlêr-Bexdayê, pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û çend mijarên din gotûbêj bike.